Serokê Herêma Kurdistanê li Kongreya Neteweyiya Kurd: Sedsala 21, sedsala gihîştina hêviyên gelê Kurde


KRP.org | |
25/05/2013
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Nûnerên partî û aliyê siyasiyên her çar perçeyên Kurdistanê...

Birêvebirên Kongreya Neteweyiya Kurdistanê...

Amadevanên birêz...

Dembaş

Destxweşiyê sazkirina 13. Kongreya Neteweyiya Kurdistantanê dikim û pîrozbahiyê çardehemîn salvegera damezrandina vê kongreyê jî dikim, hêvîdarim serkeftî bin û hengavek jî bê ji bo berev pêşbirina doza rewaya gelê me.

Xuşk û birayên minên birêz...

Piştî çend salekî dûr û dirêjê xebat û têkoşîn û qurbanîdana gelê me ya li her çar perçeyê Kurdistanê da, niha ku li qonaxekî girîngdayîn, doza rewaya gelê me li ser asta navçeyî û cîhanîda hengav bi hengav berev pêşve diçê û hêviya me ya bi paşarojek geş geleke. Neyarên gelê me li helwestên lawazdane û êdî serdema şikendina gelê Kurd li ser çû.

Bi berevajiya sedsala tariya bîstem, sedsala bîst û yek, sedsala gihîştina hêviyên gelê Kurde. Li vê qonaxê girîng da ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi hevdengî û karê hevbeş heye bo ku bi baştirîn awayî bikarîn xizmeta doza rewaya gelê xwe bikîn. Ji bo vê mebestê li navendên siyasî û hizrî û kultûrî û medeniyên welatên rojava da pêwîste hemahengî û karê me yên hevbeş hebê û ewê ji destê me tê bîkîn bo ku li hemû welatên cîhanê û bi taybetî Ewrûpa dost û palpişt û berjewendiya gelê xwe dirust bikîn.

Rêzdaran...

Navçeya me ji her demekî zêdetir li guhertinên lezgîn û yek alîker ve daye. Metirsiya ne aramî û derketina tundî û kûrtirbûna gengeşeyên li dewrubera Kurdistanê li holê daye û pêwîste em hemû xwe ji bo wê amade bikîn. Raste niha ji her demekî derfet ji bo gelê Kurd li holê daye, lê belê li heman demî jî metirsî û êrîş û tehdîdên berdewam li ser gelê me hene. Ji bo wê yekê jî ji her demekî zêdetir pêwîste bi navê rûbirûbûna sedeman û zêdetir mîsogerkirina mafên gelê me stratejiyekî hevbeşa neteweyî û demokratî û nîştîmanî hebê. Li gor wê pêvajo û bingehên li her çar perçeyên Kurdistanê da hene, ev stratejî divê li ser bingeha prensîpa aştîxwazî û xebata dûrî li tundutîjî û karê siyasî û dîplomatî û medeniyane bê.

Girîng eweye em bikarin hem peyama aştî û pêkvejiyan û demokrasiyê bi gelên navçeyê bigihînîn, hem jî dakokî li ser maf û daxwazên xwe yên rewa bikîn. Her wiha gelek girînge em bikarîn kongreyekî neteweyî û nîştîmanî û Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê jî dabimezrênîn, ku hemû hêzên Kurdistaniyan li xwe bigre ji bo muamelekirin û derbaskirina qonaxê niha ku pire ji sedemên nayên çaverêkirin.

Amadevanên birêz...

Bi pêwîstî dizanim li vir da balê bikşînim li ser pêvajoya aştî û diyaloga li navbera hêzên Kurdan û bi taybetî PKK li gel Hikûmeta Tirkiye. Li rastiyê da ev guhertinên li helwesta Hikûmeta Tirkiyê de rû daye derfetekî gelek başe û pêwîste bi navê pêşxistin û geşkirina aştiyê sûd jê wergirîn. Daxwaz ji her du aliyan dikim bi berdewamî hewl bidin ji bo serxistina pêvajoya aştiyê û bi dûr û dirêj li ser rawestin. Ji ber ku aştî û rêya diyalogê û dûrketina ji tundutîjiyê take rêya gelê Kurde wî digihîne hêviyên xwe. Ji bo serxistina pêvajoyê hêvîdarim zûtirîn dem birêz Abdullah Ocalan bê azad kirin û guhertin jî li destûra Tirkiyê de bê encamdan bo ku her du gelê Kurd û Tirk bi aştî bi pêkve bijîn.

Di derbarê Rojavayê Kurdistanê jî, her li destpêka qeyrana Sûriye me gelek hewl da aliyên Kurdan li dewra hevdû û li jêr yek sêwanî û stratejiyê da kom bikîn û peymana Hewlêrê bi vî armancî pêkhat ku ji bo hemû aliyek destkeftekî neteweyî bû. Daxwaz ji hemû partiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikim bi navê serxistina maf û daxwazên gelê Kurd li wê perçeya Kurdistanê da pabendî peymana Hewlêrê bin û bi tebayî û birayetî hevkarî hevdû bibin neku li rêya çek û zor û xwesepandinê rûbirûyê hevdû bibin. Bikaranîna zor û çek û girjiya di navbera aliyên Kurdan bi rêk ew tişte neyar û dujminên gelê Kurd li benda wê yekê dikin.

Di derbarê pirsa Kurd li Rojhilata Kurdistanê jî, em bi hemû şiyanek ve piştgîriyê çareseriya aştiyane dikîn û hêvîdarîn doza Kurd li wê perçeyê pêşketinê bi xwe ve bibînê û eve jî wiha dixwazê hêzên Kurdên Rojhilat jî gotara xwe yek bixin û peyama aştî û pêkvejiyana gelan hilbigrin.

Hez dikim balê bikşînim li ser wê yekê ku gelê Kurd gelekî aştîxwaz bûye û heza xwe ya li şer û xwesepandin nebûye. Bi navê berqerarbûna aştî û aramiya li navçeyê da baştirîn rê eweye, ku ew welat dev ji awayên şikestinê berdin. Dev ji kêbirkêya xwe pirçekkirin û hewldana şer û têkdana asayîş û palpiştîkirina terorê bînin û tenê ji bo serxistina aştiyê kar bikin.

Li dawiyê de dûbare hêviya serkeftinê ji kongreya we dixwazim. Hêvîdarim kongre bi biryarên girîng temam bibê û hemû aliyek hemaheng û komdeng bin li ser danîna stratejiyekî demdirêj ji bo berev pêşvebirina doza rewaya gelê Kurd.

Bijî Kurd bijî Kurdistan
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 2678