Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel kanala BBC Persian


KRP.org | |
17/12/2014
Îro sêşem 12\12\2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel rojnamevan Kasra Naji li bernameya Safheye2 ya televizyona BBC Persian (Farisî) hevpeyvînek encam da, eve jî naveroka wê hevpeyvînê ye:

BBC: Di destpêkê de Da'îş karî Herêma Kurdistanê tûşî şok bike, lê belê we çawa karî bi vî awayî berev pêşve biçin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ewan karîn 1700 otombêlên serbazî yên zirpoş ji artêşa Iraqê werbigrin û li heman demî de karîn çendîn çekên dinê giran ji artêşa Iraq û artêşa Suriye bi dest bixin. Li heman demî de, hêzên Pêşmerge ezmûna şerê wan terorîstan nebû û çekên wan tenê Klaşnîkof û BKC bûn. Hemû ew çek jî çekên kevinin, ji bo wê yekê Da'îş ji destpêkê ve karî pêş bikevê heta bi awayeke giştî ku rewş kete destê Pêşmerge. Sedema serekiyê pêşketina Da'îş ewe bû ku sûd ji hejmarekî zêdeyê seyarên zirêpoş wergirt û niha jî hêzên Pêşmerge li qonaxa êrîş birinê daye û çendîn kirdarên mezinê serketî encamdane.

BBC: Ew wehşîgerî û kuştarên ku encam dan, me berê wê nedîtibû?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê gelek raste ew tawanên ku Da'îş encam dane, bi dirêjahiya dîrokê, an jî dikarin bibêjîn li dîroka nûda nebûye û heta niha tu kesek bi vî awayî tawanan encam nedaye. Her wiha hikûmetên berê yê Iraqê û hikûmeta Be'es jî ku çendîn tawanên dijî gelê Kurd encam da., lê belê yek ji van jî negihîştine tawanên Da'îş. Ji ber ku gihîşte astekî ku te'edayê li namûsa xelkê kir û tecawiza wan kir. Da'îş li tawan û kuştinkariyê da pêş hemû tawanbaran ketiye.

BBC: Hem hûn û hem Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê we balkişandiye li ser wê yekê ku heta Kurd bi çekên giran neyên pirçek kirin, stratejiyeta rûbirûbuna Da'îş pêşketinên zêdetir bi xwe ve nabîne. Hûn wan çekên qurs çawa çareser dikin, ewê ku biryar bû wan çekan bidin we, niha amadene wan çekan bidin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwîste ‬rastiyek rûn bikim, ew çekên ku li destê Pêşmerge daye û bi wan yarmetiyan jî ku hêzên hevpeymanan bi me dane, tenê hêzên Pêşmergene ku karîne wan serkeftinan bi dest bînin. Ez bawerim ku tu kesekî din li cîhanê da nikarê bi wan çekên kêm, ku li jêr destê hêzên Pêşmerge daye, bikarin wê şerê pê bikin. Eger hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê çekên giran li ber dest bûya gelek hêsantir û bi leztir dikarîn şerê bibin. Lê belê hê jî ew çek negihîştîne destên me, niha jî ji bo bi destanîna wan çekan li gel Amerîka û Hikûmeta Bexda û hevpeymananîn, lê belê hê jî ew çek negihîştîne destên me.

BBC: Ew çekên giran ku pêwîstiya pê hene ew çi cûre çekin û hun dikarin bi nav bikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Tank ji bo me gelek pêwîste, her wiha mudere'e û topxane û helîkopterên cengî‮.

BBC: Li vê rewşa ku hûn têdane û ew pêdiviyên ku li berdestê we dane û ew êrîşên asmaniyên ku têne encamdan, heta kengê şerê we yê li gel Da'îş berdewam dibe?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ne hêsane ku demek ji bo dawiya vê şerê deynîn, lê belê dikarîn bibêjîn êrîşa firokeyên cengî yên hevpeymanan gelek bi bandor bûye. Lê belê tenê li ‬rêya serbaziyê ve ew şer bi dawî nayê. Eve ‬rehenda fîkrî û siyasî û aborî jî heye û divê bernameyeke bi hêz ji bo şikestpêanîna Da'îş bê amade kirin.

BBC: Hejmarekî zêdeyê koçberan li Herêma Kurdistanê hene û pirsiyara ewe dikin kengê vedigerin ser mal û halê xwe?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê heta niha kariye navçeyekî berfireh ji destê terorîstên Da'îş azad bike. Lê belê terorîst hejmarekî zêde li bajarok û gundên azadkiriyan bomberêjkirine. Hejmarekî zêdeyê ji wan malbatên ku vegerane ser mal û halê xwe dema çûne nav malê xwe malên wan teqîne û ser û malê xwe ji dest dane û ewe jî yek ji wan kêşeyane ku li navçeyên azadkiriyan da heye. Li çendîn navçeyan tîmên endazyariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ku bi pêdiviyeke kêm li ber destê wan de heye, karîne wan navçeyan ji mîn û mayînan paqij bikin û xelk jî vegerane ser mal û halên xwe. Lê belê dema ew xelk dikarê vegerê ser mal û halê xwe ku Da'îş ji Mûsilê bê derxistin, ji ber ku zêdetirê runiştvanên dewrûbera Mûsilê Mesîhî û Turkmen û Erebin û li heman demî de cîheke wekî Şengalê, ku Kurdin, tenê eger em li ruyê serbazî ve jî bikarin wan cîhan azad bikin, ku dikarîn jî, lê belê ew navçe nêzîkî Mûsilê ne û Da'îş dikarê li nav Mûsilê bordumana wan cîhan bike. Ji bo wê yekê bi vî awayî jî xelk dûbare nikarin vegerin ser mal û halê xwe û li jêr agirê topxaneyên Da'îş da bijîn. Ji bo wê yekê ev kar pêwîstî bi êrîşekî mezin heye. Eger na hejmarekî zêdeyê wan navçeyên azadkirî hene û xelk dikarin vegerin cîhên xwe û zêdetirê xelkê gundan jî vegeriyane.

BBC: We tu bernameyek ji bo Mûsilê heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve pêwendî bi Hikûmeta Federal û xelkê Mûsilê bi xwe heye, eger wan bernameyekî bi vî awayî hebê, em jî amadene hevkariya wan bikin, lê belê em bi tenê karekî bi vî awayî nakîn û sedema wê jî eveye ku renge şer bibê şerê Kurd û Ereb ku em naxwazin tiştekî bi vî awayî rû bide.

BBC: Peymana vê dawiyê ya Hewlêr û Bexda, zêdetir rêkeftinekî bi warê nefte. Lê belê biryar jî waye ku milyarek dolar ji bo hêzên Pêşmerge û rahênana wê bê şandin û heta çi radeyê hûn li hêviya wê rêkkeftinê ne ku bê bi cîhkirin û berdewam bibe?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew rêkkeftin hengavekî girîng û destpêkekî girînge, ji aliyê me ve amadehiyekî tevahî hebû û heye. Ew rêkkeftin dikarê bibê sedema çareserkirina hejmarekî dinê kêşeya di navbera Hewlêr û Bexda. Lê belê eve jî peywendî bi beranberê me ve heye, wate Hikûmeta Federal ve heye. Lê belê heta niha ew îrade li navbera her dû aliyan de ji bo hevdû têgihiştinê heye û hêvîdarîn bigihîn encamekî baş. Lê belê divê li benda wê bîn heta ku bizanîn bi kirdarî çi tê kirin.

BBC: Kovara TIME we wekî yek ji kesayetiyên sala 2014 danîbû. Min xwest pîrozbahiyê li we bikim û li heman demî de helwesta we ya beranber wê karê kovara TIME de çiye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Gelek spas ji bo we û wan jî, lê belê li rastiyê da ez wan hemû Pêşmergeyên ku îro qehremanane li şer dane, ji xwe bi hêjatir dizanim.

Ji bo temaşekirina video ya vê hevpeyvînê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...






SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 1847