Ji bo rê girtina Dewleta Îslamî, Kurdan pêwîstî bi hevkariya Wîlayetên Yekgirtî heye


KRP.org | |
10/08/2014
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gotarek da ku li Washington Post belavbuye, ji bo zêdetir piştevanîkirina hêza Pêşmerge ya ji bo parastina navçeyê daxwaz ji Amerîka dike û dibêje me sînorekî dûr û dirêja hevbeş li gel Da'îş heye, ji bo wê yekê pêwîstiya me bi hevkariya zêdetir dibê, hêvîdarîn êrîşa asmaniyên roja înî ya derbasbûyî tenê destpêkek bin.
Naveroka gotara ku li Washington Post hatiye belavkirin wiha ye:

Em li navçeyê de hevpeymanê Amerîkane, em take hêza navçeyê ne ku beranber terorîstan me pasevaniya canê hezaran kesan kiriye, lê belê nikarîn heta dawiyê eve bi tenê bikîn. Raste destpêka vê qeyranê, siyasiye, eve wekî Naziyane, lê belê terorîstên niha bi kirdarî bûne hêzekî serbazî, ji bo wê yekê eve bi tenê her wekî qeyranekî siyasî dernakevê, belkû qeyranekî emniye jî, ji bo wê yekê pêwîste cîhan tevbigere bo ku berî komelkujiyê û kuştina hemwelatiyan rê li wan bigrîn.

Pêşmergeyên me heye û hêzekî hemdeme û li bereyekî pehn û dirêj de dicengê, em li sala hezar û nehsed û nohd û yek û dû hezar û sê dijî Sedam Husên li gel Amerîka hevkar buyîn. Em carekî din heman tiştî dikin, me sînorekî dûr û dirêj ya hevbeş li gel Da'îş heye, ji bo wê yekê pêwîstiya me bi hevkariya zêdetir dibe, hêvîdarîn êrîşên asmaniyên roja înî ya derbasbûyî bi tenê destpêkek bin, piştî vekîşîna artêşa Iraqê, çekekî zêdeyê Amerîkî gihîştiye destê terorîstan, ew bi sedema wergirtina bac û dest li ser da girtina neftê, bihêztir bûne, ji bo wê yekê ji navbirina wan niha karekî girane.

Beranber wan hevkariyên li rojên derbasbûyî de pêşkêşî me kirine, em spasiya endamên Kongres û Koşka Spî dikin, lê belê niha rewşa wiha dixwazê ku carekî din daxwaza hevkariyê li dostên xwe bikîn.

Ji berê de li Iraqê ol û mezhebên cûda cûda dijîn, lê belê li dîroka Iraqê de niha yekemcare Mesîhiyên Musilê bi tevahî wan navçeyan çol dikin, hezaran kes ji bilî li kêmîneyên dinê wekî Mesîhî û Êzîdî rûbiruyê tirs û teqînan bûne, heta gihîştiye asta li navbirina bi komel.

Pêşmerge rûbiruyê dijminek bûye ku xwediyê çekê Amerîkîne, ji bo wê yekê ji aliyê Amerîka û dostên me ve pêwîste raste rast hevkariya serbazî bê kirîn, terorîst niha azadin û dikarin rojane ziyanê canî dirust bikin û qeyranên zêdetir û kêşeya mirovahiyê dirust bikin û kavilkarî û tirsê bixulqênin.

Nivîs:
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 2389