Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel kanala Sky News Arabia:


KRP.org | |
13/04/2014
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel kanala Sky News Arabia hevpeyvîneke taybet pêkanî û têda balkişand li ser nêzîkbûna ragihandina dewleta serbixweyî ya Kurdistanê ku eve jî naveroka wê hevpeyvînê ye:

Gelek spas cenabê Serok Kake Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê: Gelek spas ji bo we, bi xêrhatin.

Hemû aliyek îro temaşa vê hevpeyvînê dike û herdem ew pirsiyare dûbare dibê: Gelo xewna Kurd ya serbixweyî û bi dewletbûn ji rastiyê ve nêzîk bûye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Mafekî siruştiye ji bo Kurd her wekî çawa mafekî siruştiye ji bo her gel û neteweyekî din, lê belê ez dûpat dikim û dîsa axaftina xwe dûbare dikim ev armanc bi tundutîjiyê pêknayê belku bi rêyekî aştiyane û demokrasiyane pêktê û pêwîste demeke baş ji bo wê bê danan û niha jî bîr li pêvajoya xwe ya niha bikîn bi wê yekê ku Kurd bîr li destkeft û armancên xwe yên niha bikin û hinek ji mafên xwe bi destbînin û li her beşekî Kurdistanê da li gor taybetmendiya xwe ve bi rêyekî aştiyane û demokrasiyane bi destbînin. Lê belê serbixweyî ya Kurdistanê mafekî siruştiye û divê pêkbê, lê belê kengê? Nizanim.

Hun bawerin ku pêvajoya niha ji her pêvajoyeke dinê berê baştire?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman, pêvajoya niha pêvajoyeke nû ye û ji berê cûdaye û derfetekî mezine ji bo Kurd ji bo pêkanîna gelek ji armancên xwe ku gelek ji wan armancan pêkhatine. Berê înkariyeke tevahî ji bo hebûna Kurd hebû lê belê niha ji bo pirsa Kurd li hemû cîhan behsa çareseriya aştiyane tê kirin û eve jî rastiyê de pêşketinekî mezine.

Gelo eve bi destkeftekî Kurdî tê zanîn bi wê pêvera ku we xwe rêkxist? yan jî pêvajoya welatên Erebî û Herêmî sedemeke vê ye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Sedem gelekin, Kurdan zanî çawa reftarê bikin û ji bo hemû aliyan selmand ku ew fakterê aramiyê ne ne ku tehdîdê. Li welatên Erebî da jî bêguman herdem partî û kesayetiyên zêde hebu ku wan têgihiştineke erênî beramber pirsa Kurd hebûye.

Pêvajoya Herêma Kurdistana Iraqê ji pêvajoya Kurdên Îran û Tirkiye û Suriye baştire, ew pêvajo bi beramber li gel wan perçeyên din ku li kû daye wate kijan ji wan pêvajoyan xerape û kijan ji wan baştire?

Serokê Herêma Kurdistanê: Kurd li Iraqê gelek qurbanî daye û kuştina bi kom û bikaranîna çekên kîmyayî û enfal li dijî wî da hate bikaranîn ku bûye sedema ji destdana 182 hezar mirov eve ji bilî li kuştina bi kom ya Barzanî û Feylî yan. Ew qurbaniyên Kurd li Iraqê daye gelek ji wê zêdetire ku ji bo wî wekî destkeft pêkhatiye. Belê li beşên dinê Kurdistanê destkeftên baş bi desthatine û pirsa Kurd li wir pêşketinê bi xwe ve dîtiye. Kurd li Suriye wekî gelê Suriye li bin êş û janê dane weku hemû gelê Suriye û li her beş û navçeyên din zêdetir li bin êş û janê dane.

Gelo hun bawerin ku niha pêvajoya Kurdên Suriye ji pêvajoya Kurdên Îranê xeraptire?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ne li Suriye û Îran û ne ji Tirkiyê jî, daninan û qebulkirinekî rastîn bi maf û hebûna gelê Kurd da tûne û eve jî rastiye, ez nikarim behsa Îran û Suriye bikim lê belê ji xwe pêşketin jî heye û pêvajoya Kurd negihîştiye wê rewşê bibêjîn temam êdî pirs û girift nema û gihîştîn çareseriyê. Eger behsa Tirkiye bikîn, li gor berê pêşketineke ber bi çav pêkhatiye.

Gelo Herêm ber bi (Sykes–Picot) yeke din ve hengavan davêje?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bawerim belê lê belê bi rastkirina şaşî û çewtiyên Sykes–Picot û vegerandina tiştan ya rewşa asayî, Sykes–Picot bi rêyekî ne yasayî û ne siruştî herêmê bi bê daxwaza zarokên herêmê dabeşkir û niha jî pêvajo derfetekî baş ji bo dûbare rêkxistina herêmê li holê daye.

Sykes–Picot yek dabeşkiriyek dabeş dike?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr, ez dibêjim dabeşkirinê rastbike.

Gelo nasnameyên neteweyî û nîjadî dîsa vedigerênê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi tevahî eve hatiye selmandin ew kiyanên piştî Sykes–Picot hatin damezrandin û çendîn netewe jî bi zorê bi pêkve hatin girêdan û eve jî şikestina xwe selmand, ji bo wê yekê pêwîste herêm li ser bingeha yekîtiya daxwazan ve bê dariştin ne ku sepandina awayeke diyarîkirî li ser her aliyeke din.

Em îro li Rojhilata Navîn behsa kiyanên biçûktir dikin ku bizanîn me berev kû ve dibe. Mesûd Barzanî çawa bawerî bi wan kesan ve tîne ku dabeşbûn tiştekî asayiye li demek de dibêjin yekgirtiya hêze?

Serokê Herêma Kurdistanê: Raste, lê belê yekgirtin û yekbûna daxwazan ne weku sepandina awayeke diyarkiriye. Wekî mînak eger Yekîtiya Ewrûpa werbigrîn, tu awayeke diyarkirî li ser tu welatekî Ewrupayî nesepandiye belku sazanek heye û yekîtiya daxwazane û hevsengî û dadperwerî li maf û erkan da heye lê belê aliyê xwe ve li herêma xwe de kiyanên siyasî bi zorê hatine dirustkirin û eger niha jî li Iraq û Suriye û her cîheke yekîtiya daxwazane hebê wê demê ezmûn serdikevê û paşarojeke ronak herêmê li xwe digre û tu giriftek rû nade lê belê aliyekî diyarkirî xwe bisepênê û dest li ser hemû sazî û dezgehên dewletê da deyne û me hemûyan bixe bindest û bi daxwaza xwe bêguman ewe sernakevê û ezmûnên derbasbûyî eve selmandin ku vê şêwaz û awayê şikest aniye.

Eger Mesûd Barzanî li nav serbixweyî û yekîtiya federalî da bû kijanê hildibjêre?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger pabendî bi destûr û awayê federalî hatibe dûpatkirin wekî wê yekê ku li ser rêkkeftîn bêguman astengiya me li ser tûne lê belê bi berevajiya wê jî em qebûl nakîn.

Hun îro dibêjin baştirîn tişt ji bo me yekgirtiyekî mînakiye ku hemû mafên me bide me?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dibêjim li Iraqê dema ewe hatiye berev konfederalî ve hengavan bavêjin.

Konfederalî çi cûdahiyeke xwe dibe?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman cûdahî gelek lê belê Iraq wekî yek welat dimîne.

Ku wate siyaseta derve û bergirî û li mala xwe de hun serxwebûnê dixwazin, raste? Hun wiha dixwazin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bila eşkere bim, piştî wan qurbaniyên gelê Kurd pêşkêş kir, ne mumkîne Kurd ewe qebûl bike îradeya xwe bide destê tu paytextek bi taybetî ji bo me li Iraqê, em hemû bila hevbeşê awayeke pêşketiya federalî yan konfederaliyê bîn lê belê ji wê jî girîngtir eweye pêwîste biryara me bi destê me bi xwe bê ne ku Bexda be. Ez bi eşkere vê tiştê dibêjim.

Cenabê Serok hun awayê federaliya îro qebûl dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger ne qebûlkirî bûya me desturê qebul nedikir. Lê belê niha ew awayê em li ser rêkketibûn hebûna xwe tûne. Niha ewê ku heye ne federalî ye belku dest bi serdagirtina dam û dezgehên hikumete û qorxkirina desthilate û federalîzm hatiye piştguhxistin û pûçkirin.

Bexda û ewê ku hun jê re dibêjin hukimranîna Bexda we bi wê yekê tometbar dikin hun ji wê awayê derketin. Bi wateya wê hun rê li artêşa Iraqê digrin bê nav welatê we û we artêşa xwe heye û bi bê vegerana navend û bi bê vegerana budçe bi peymanên taybet neftê dişînin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Me li Herêmê de pêwîstî bi artêşa Iraqê tûne, artêşa Iraqê ji bo çi tê vir? Pêşmerge beşeke ji sîstema bergiriya Iraqê ku bi navê Pasevanê Herêmê hatiye nasîn û parastina asayîşa Herêmê li stûyê wan daye lê belê li gel eve jî ew awayê rêkkeftin li ser hatiye kirin lê belê ew red dikin û eger her metirsiyek tehdîdek li Herêma Kurdistanê kir û her demek me pêwîstî bi artêşa Iraqê hebû bêguman em astengî nakin ku bêne nava Herêmê. Lê belê artêşa Iraqê ku nikarê bajarekî weku Felluce biparêzê, çi karê wî li Kurdistanê heye û ji bo çi tê? Pirsa neft û xaz li destûrê da gelek bi zelalî hatiye şîrovekirin ku mulkê hemû gelê Iraqe û dahata wê jî mulkê hemû Iraqe û me jî tu kêşeyek û astengiyek li ser vê maddeyê tûne. Peymanek li vî derbarî de hebû û li sala 2007 li ser proje yasayek di derbarê neft û xaz ve rêkkeftîn. Li wê yasayê da paşkoyek û pêvekek heye û dûpat dike eger ev yasa heta meha adara 2007 nehate îqrar kirin, wê demê her aliyek mafê xwe yê wê yekê dibê girêbest li gel her kompaniyayek da îmza bike heta wê demê ku yasayek rêkkeftinê li ser tê kirin. Behsa yasaya neft û xaz tê kirin lê belê kijan yasa? Tu yasayekî neft û xaz li Iraqê da hebûna xwe tûne. Me pişta xwe bi destûrê bestiye û destûr wê mafê dide me û ew pêvek jî wê mafê dide me û me li dijî wê destûrê reftarê nekiriye.

Îro Mesûd Barzanî dibêje temam dema federalîzm nema û îro em konfederaliyê dixwazin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Dema ku ez dibêjim konfederalî ez nabêjim niha yan sibê, belku dibêjim pêşxistina peywendiya di navbera Herêmê li gel navend ku bi tiştekî zerûrî dizanim û awayê niha tu sûdekî xwe nemaye. Navend bi dilê xwe destûrê şîrove dike û me jî şîroveyeke dinê xwe heye. Nakokî li navbera Hewlêr û Bexda berdewamin û nabê li ser vê pêvajoyê berdewam bibîn û bêguman baştirîn çareserî li wir daye hêviya xwe bi awayê konfederalî bibîn heta her yek ji me mafê xwe bizanê û ez bi tiştekî asayî dizanim û bila hemû aliyek jî eve bizanê ku Iraq ji dû neteweyên serekî pêktê li gel rêzên min ji bo neteweyên din û li piştî şerê yekemê cîhanê li ser bingeha hevbeşiyê hatiye damezrandin, ku wate eger hevbeşiya rastîn nebîn bi wê kêmtir razî nabîn û bêguman ev babet jî dibê babetekî ciddî û diçe ber Parlemen û ji bo referandumê li ser bikin ji wir jî diçe ber gelê Kurdistanê û bêguman mesele ciddiye û ne ji bo tu reklamekî hilbijartinê ye belku eve mafekî siruştiye û divê pêkbê.

Gelo hun pêşbînî dikin ev projeya we komdengiya cemawerî û hizbî li ser dibê wate hizb û aliyên din deng li ser didin û gelo nêrîna hizbên din jî erênî ye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Dibe ku hinek kes hebin bi tehefuzê ve behsa ewe bikin lê belê bêguman eger referandumek bibê bêgumanim ji wê yekê ku piştevaniyê ji bo vê biryarê zêdetirê % 90 dibê.

Cenabê Serok bersîveke bi lez dixwazim, Iraq heta çi radeyê egera mayîna bi yekgirtî heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Iraq niha ji hev cûda cûda ye û beş beşe û rastiya vî welatî eve diselmênê bi belgeya wê yekê desthilata navendî tu kontrolekî li ser rojavayê Iraqê tûne. Herêma Kurdistanê pêvajoyeke xwe ya taybetî heye û li gelek parêzgehên din jî hikumet tu desthilatekî tûne û hikumet nekariye kontrola pêvajoya welat bike û bi tu awayek niha bi hikumetekî tewafuqî nayê danîn, Iraq li pêvajoyeke nawazedaye.

Egera bûna Herêmê bi dewleta serbixwe çende?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bêgumanim ji wê yekê ku dewleta serbixweya Kurdistanê birêveye.

Li sînorê Kurdistana Iraqê yan dûrtir?

Serokê Herêma Kurdistanê: Rastiyê de ya bi cîhkirina wê ya nêzîk sînorê Kurdistana Iraqe.

Sedema wê eweye ku nifusa we nagihe sînorê Kurdên derveya Iraqê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Piştî dabeşkirina Kurdistanê her navçeyek bûye xwediyê taybetmendiya xwe û beşên din jî partî û aliyên xwe yên siyasî heye û ew bi xwe biryarê li çarenûsa xwe didin lê belê bêguman eger dema serbixweyî bê bi wan jî dişêwirîn.

Kengê ew dem tê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bila em li benda encamên hilbijartinê bin.

Hun bawerin ku seyr û semere û mufacee rû dide?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez nizanim lê belê niha çaverê dikin heta dema wê hat û biryarê li ser didîn.

Hun konfederaliyê dixwazin û îro hun guh li hukimraniya Bexda digrin, ji wan re çi dibêjin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Tu kesek nikarê li ragihandina serbixweyiya me de rê li me bigre, û eve jî mafekî siruştiye lê belê em dixwazin hemû tiştek li rêya diyalogê bê û naxwazîn tûşî nakokî û şer û milmilanêya xwînî bibîn, naxwazîn pêşeroj dûbare bibê û qebûl jî nakîn meseleya serbixweya Kurdistanê wekî tometeke bê dîtin ku ne mafê Kurde, nexêr mafekî siruştî ya Kurde lê belê divê bi diyalogê bê û herdem jî me dûpat li ser vê meseleyê kiriye û dibêjim ku mafekî siruştiye û tu kesek nikare vê înkar bike.

Ji we re dibêjin hukimranên çiya?

Serokê Herêma Kurdistanê: Em ne hukimranin, belku zarokên van çiyayane ku wan me parast, ev çiyayên ku îro ew biçukiyê pêdikin wan me parast, ez dibêjim em zarokên van çiyayane, bi şanaziyê ve temaşa van destkeftên pêkhatine û ew destkeft gelek mezine, lê belê ewên van çiyayan çiyayan biçûk dibînin li nav çalên xwe dane bi bêyî tu destkeftekin û li ber çavê xelkê şikesteke mezin xwarine, kanî destkeftên wan? Asayîş? xizmetguzarî? tendirustî? rê û banî? çi ji bo zarokên gelê Iraqê pêşkêş kirine?

Gelo îro bi sedema dawî hatina rêkkeftin û hevpeymaniya Kurd û Şî'e gihiştin vê haletê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr bêguman ne wiha ye, ew grupa hukma Iraqê dikin nûnerayetiya Şî'e nakin belku çend hêzekî serekî yê Şî'e hene niha jî hêza serekîne û bi bêyî tu awayeke li ser edaya hukimraniya grupa niha ne razî ne.

Gelo Malîkî bi tawanbar dizanin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez meseleyê bi tenê taybetî li ser Malîkî naşkênim, ji xwe bi tenê take tawanbar nîne lê belê ew bi xwe Serok Wezîre û berpirsiyariyeke mezin li ser stuyê wî ye û kesayetiyeke zêde ji Encumena Bilinda Îslamî û Rewta Sedir li dijî siyaseta Nurî Malîkîne û ew hevpeymanê mene û her wiha jî dimînin.

Gelo Nurî Malîkî bi post û siyaseta xwe ve hevpeymaniya Kurd û Şî'e ji nav bir?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi mixabînî, awayê muamelekirina Malîkî li gel pirsa Kurd bi wê astê nebû û gelek êş û azarê bi wan peywendiyan da.

Gelo niyet û xwestek hebû ji bo xizmeta berjewendiyekî taybet ji bo dawî anîna hevpeymaniya Kurd û Şî'e?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nerazîbûna me li ser awayê hukme, ew dixwazin Kurd bixin bindestê xwe û tu baweriyeke wan bi hevbeşiyê tûne û eve jî li reftarên berê da reng daye û em jî bi hemû awayekî ve eve retdikin bibîn pêvek û paşkoya wan û eve jî bingeha nakokiyê ye.

Kesekî wiha heye dibêje Malîkî bi sedema bêdengbûna Kurd û bi yekgihîştina daxwaza Îran û Amerîka li ser hukme?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve raste û eve jî ku rûda û wiha kir ji bo carê duyem hukimraniyê bixe destê xwe.

Gelo hun peşîmanin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez nabêjim peşîmanim û bi sedema sedemên berê hukim li ser îro nakim, min pêşbîniya ewe dikir birêz Malîkî li nebûna me jî da ew bi xwe bergiriyê li gelê Kurd bike ne ku bi vî awayî li gel Kurd û li gel Herêmê reftar bike ku awayeke namo û xerîbe.

Ji bo berjewendiya kî wê tiştê dike?

Serokê Herêma Kurdistanê: Pirsiyar li wir daye, ew li gel me jiya û li gel me da bû û ez jî heta weku niha bi dost dizanim û rêz lê digrim û tu tiştekî taybet li gel min tûne lê belê ez bawerbûm ku ew baştirîn kese ji bo bergirîkirina li pirsa Kurd û bi hêzkirina peywendiya di navbera Kurd û Ereb û beşek ji qenciya Kurd bide lê belê bi mixabinî berevajiya wê rûda.

Gelo Malîkî encama rêkkeftin û hevpeymaniyekî Îran û Amerîkaye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman palpiştiyekî Îranî Amerîkayî ya ji bo Malîkî li vî derbarî de hebû û eve jî ez bi nihêniyekî ecêb dibînim ku sedema wê hê jî li cem min eşkere nebûye û bêguman heta niha jî ew mesele berdewame lê belê newekî bi hêza berê.

Çawa li wê yekê têbigihin ku berjewendiya her dû aliyan li vir da gihîştiye yek?

Serokê Herêma Kurdistanê: Heman ew pirsiyare ku birastî me jî tûşî ramanan kiriye, çi tiştekî Amerîka û Îranê li ser Malîkî komkiriye li demek da ew li ser hemû tiştan cûda ne, bêguman eve tiştekî xerîbe.

Hun jî hevpeymaniya Amerîkane, gelo Amerîka dev ji we berdaye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Amerîka siyaseta xwe heye û berjewendiya xwe heye û ew biryara xwe ya bi daxwaza Kurd yan Ereb dirust nakin belku bi daxwaza xwe û li gor berjewendiya xwe hewla siyasetekî hevseng li hevpeymanî û dostayetiya xwe ya li gel hemû aliyan da didin û eve jî rêya wane.

Gelo berjewendiya wan li gel Malîkî yan li gel Kurd zêdetire?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li gel her dû alî wate li gel Iraq bi giştî lê belê eger bi awayeke rast reftara xwe bikiriya bêguman pêvajo baştir dibû.

Pêşbîniya çi ji Sunne dikin wekî karvedanek di derbarê konfederalîzmê ve?

Serokê Herêma Kurdistanê: Birayên Sunne pêwîste pend li qonaxên berê werbigrin

Wate?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew li dijî federalîzmê rawestan û niha jî ji wê helwesta xwe peşîmanin, û pêwîste li gel pirsa Kurd weku pirsa gelek muamele bikin û li taybetmendiyên Kurd têbigihin.

Heta niha wiha nabînin ku ew gihîştibin wê yekê ku meseleya Kurd pirsa geleke?

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêşketin û guhertinek heye birastî bi awayeke ber bi çav û mezin jî lê belê paşê karvedana wan çi dibê ez nizanim, ew bira û hevpeymanê mene.

Girifteke zêde heye li navbera her dû aliyan bi taybetî di derbarê navçeyên nakokî li ser li Kerkûk li Mûsil û girift jî rasteqînene?

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwîste bigihin rêkkeftinek, li vî derbarî de bi rêya diyalogê çareseriyek ji bo vê meseleyê peyda bikin.

Peywendiya we li gel navend ewqas aloze ku bigihe asta rûbirûbûna serbazî?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez hêvîdarim tu kesek bîr li vî tiştî neke, lê belê nakokî heye lê belê em bîr li wê yekê nakîn mesele bigihin asta rû bi rûbûna serbazî, û nabê bîr li wê meseleyê bê kirin.

Hun bawerin navend plan ji bo vê meseleyê digre, zaniyariya we li vî derbarî de heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hêvîdarîn bîr li vê meseleyê neke, li pêşerojê de çendîn reftarên bi vî awayî li navend ve rûda ku reftarên neberpirsane bûn lê belê sînordar bûn û rawestan.

Malîkî dikare çi ji we re bibêje heta li federalîzm yan jî li hevbeşî da bimînine?

Serokê Herêma Kurdistanê: Babeteke di derbarê şexsa Malîkî ve tûne, mesele destûre. Eger xwestin bimînîn pêwîste pabendiyekî herfî bi destûr ve hebê ku maf û erkê hemû aliyek diyar dike û pêwîste her hukimranek êdî Malîkî bê yan her kesek ku hukma Iraqê dike dûr bê li biryar danê bi mîzaca taybetiya xwe û şêwirîna hinek ji wan şêwirmendan ku di derbarê pêvajoyê de tu tiştek nizanin. Pêwîste destûr hekem bê û hêviya xwe ji bo wê bibîn.

Cenabê Serok gelo mesele navxweyî ye, peywîste bi awayê hukim ve, yan jî daxwazeke herêmiye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Mesele li şîrovekirin û zelalkirina destûrê daye yan jî baweranîna bi destûre birastî, eve jî sedemeke serekiye li wê yekê ku dibînîn hukma Iraqê li ser mîzaca taybetî diçe û kesê yekem li vî welatî da ew bi xwe hukimranê reha datîne û eve jî ne raste û ne mumkîne bê qebûl kirin, mesele li vir da rûbirûbûna daxwazane, eve jî ku min gelek aciz û dilteng dike û wiha li min dike yek alîker bim eweye ku hest dikim daxwazek heye ji bo şikandina heybeta Herêm û îradeya Kurd û eve jî mehale qebûl bikîn.

Behsa westandina mûçe û hewlên din dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Mesele gelekin û pirsa rawestandina mûçe tiştekî lawekiye û pirsa serekî li wir daye ku dikare hukma merkezî carekî din li ser Herêmê da bisepênin, ew dixwazin federalîzm li naveroka xwe betal bikin û herêm weku her parêzgehekî ser bi desthilata Bexdayê vegerênin bi bêyî wê yekê herêm tu daxwazeke xwe hebê, bi kurtî dixwazin hemû destkeftên Kurdistanê li nav bibin û herêm bibê paşkoya Bexda ku hikumeta wan bi mîzaca xwe hukma Iraqê dike bi bêyî pabendbûna bi destûr, eve li vir da musîbetekî mezine.

Behsa ewe tê kirin eger girifta neft nebûya pêvajo niha nedibû?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ev mesele ne taze ye û li sala 2008 girift destpêkirin.

Lê belê li 2008 ve hevbeş bûn û gihîştin wê meseleyê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Me gelek aram girt û me li ber gelek tiştan girt û me hewla çareserkirina giriftan da û me lîjne pêkanîn û me rêkkeftin îmzakir û hemû bê sûd bûn.

Cenabê Serok Barzanî mafê we ya henardekirin û şandina neftê bi bê vegerana navendê heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê, ew mafê me heye, eger em pabendî wê maddeya destûrî bîn ku dibêje: Neft û xaz mulkê hemû Iraqe û dahat mulkê hemû Iraqe, me tu astengiyek li vir da tûne ku beşa herêm wekî ku em li ser rêkkeftîne %17 bê û ewê din biçê parêzgehên dinê Iraqê.

Lê belê girift li wir bû navend agahdarî tu naverokek nebû di derbarê girêbest û nirxandinê ve, ew wiha dibêjin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr eve ne raste, ew baş agahdarin û dixwazin hemû tiştek li bin serpereştî û li ber destê wan da bê.

Gelo li gel we derewan dikin, bi derewkirinê wan tawanbar dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr ez wê peyvê bikarnaynim peyveke neşîrîne lê belê ew rastgo nînin, ew naxwazin agahdar bin belku dixwazin dest li ser hemû tiştek da bigrin û hemû tiştek ser bi wan bê û destûrê jî rê bi me daye reftar li gel vê meseleyê bikin.

Cenabê Serok neku tenê bi sedema neft belku bi sedema gelek tiştên din dibêjin me sebir kiriye û li sala 2008 ve hewla çareserkirina kêşeyan didin û em naxwazin herêm bibê paşkoya Bexda, lê belê Barzanî îro behsa perçekirina Iraq û konfederalî û pêvajoya navçeyê dike bi wê yekê ku eger Kurd vê derfetê bikarneyne êdî ji destê wan diçe?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve neraste, me xwest Iraqekî nû avabikin ku hevbeşiyekî rasteqîne têda hebê, artêş weku neft mulkê hemû Iraqe û pêwîste hemû pêkhatên Iraqê bi hevsengî hebûna wan têda hebê, li gor destûr jî serkirdeya tîpekî artêşê (Qaid Firqe) divê li rêya Encumena Wezîran ve ji bo vê postê destnîşan bike û Encumena Nûneran jî rizamendî li ser bike, ji her berpirsekî Iraqî bipirse bizane kijan ji wan Qaîd Firqe bi vî awayî bi agahdarî û rizamendiya Parlemen û Encumena Wezîran hatiye qebulkirin? Li destûrê da tu tiştek bi navê nivîsîngeha (El Qaid El'am ) nîne, Wezîrê Bergirî tu desthilatekî xwe tûne, Serok Erkan tu desthilatekî xwe tûne û desteya serbazî jî tu desthilata xwe tûne û hemû li bin serpereştiya serkirdeya giştî ya hêza çekdaran dane. Li gor destûr hêzên parastina herêmê beşa xwe ya ji çek û budçeyê heye lê belê ew madde jî nehatiye bi cîhkirin û hatiye piştguh xistin, di derbarê pirsa neft û xaz jî pêwîste yasayek hebê lê belê eger ev yasa hebû û em pêve pabend nebûn wê demê mafê wan heye gileyiyê li me bikin lê belê tu demek ne amadene rênimayiyên kesek bi cîh bikin ku ji beşên dinê Iraqê şikest anî û dixwazin wê şikestê ji bo Herêma Kurdistanê jî bişînin.

Dibêjin ew dixwazin şikesta xwe ya Herêmê bişîne?

Serokê Herêma Kurdistanê: Em eve dibînîn.

Lê belê we %17 ê beşê budçeyê heye ji bo we weku xwe dişînin raste?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi tevahî nagihe destên me.

Çawa?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê bi tevahî nagihe destên me, ji ber xercên siyadî û çendîn xercên din jî beşekî me yê zêde jê dibrin û dibe ku %12 bigihe herêmê.

Nêzîkî 5 milyar dike?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê li wê sînorê daye.

Dixwazim pirsiyara ewe ji we bikim, di derbarê navçeyê de çi dibêjin, weku siyasetmedarekî Iraqî pêvajoya Suriye çawa dinirxînin, hun berî salek li gel şoreş bûn êdî niha çi dibêjin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Em bi awayeke giştî li gel gelê Suriyê dayîn, û li pêvajoya îro ya Suriye û xwîn rijandina vî welatî nîgeranîn ku hêvîdarîn rawestê û derfet li ber gelê Suriye birexsê ku biryara xwe bi awayeke dûrî ji destêverdana derekî bide, eveye helwesta me û herdem jî me ev helwest hebû.

Kurdên Suriye îro li rejîma Suriye nêzîktirin, ji wê yekê ku li hêzên opozîsyonê nêzîk bin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Neku hemû Kurd belku aliyekî diyarkiriyê Kurd li gel rejîmin û ewên din jî li dijî vê rêjîmê ne.

Lê belê wiha diyare ev nêzîkiya sînora berfireh, Qamîşlo û navçeyên din ji rejîmê ve nêzîkin û li gel rejîmê şer dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Min got belê rêkxistinekî Kurd li gel rejîmê daye û li gel wan da hevpeymaniyê bestiye û palpiştê vê rejîmêye ku bi hêza çek kontrola beşekî van navçeyan kir.

Pêşbîniya ewe dikin ku li wê navçeyê de eve bibê hengavê yekema otonomiyê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger birastî rêkkeftinek li navbera van grupan û rejîmê hebê bi wê yekê ku hukmekî otonomî ji bo Kurd têda birexsê ez bi hengavekî baş dizanim lê belê ez tu rêkkeftinekî siyasî nabînim belku destkeftekî demkî dibînim ku bi birêveçûna demê dawî pê tê û namîne.

Wate rejîma Suriye, Kurdan li vî derbarî de serbixwe kiriye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez wiha dibînim, dibe ku rêkkeftineke siyasî hebê ku em agahdar nebîn lê belê ez bawer nakin tiştekî wiha hebê ji bo rêkkeftinê li ser awayê diyarîkirî di derbarê pejirandina mafên wan yê siyasî û rewşenbîriya Kurd li Suriye.

Bi nêrîna we eve çewt û heleye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi nêrîna min dabeşbûna wan wekî Kurd çewt bû û diviya yekgirtî bin û wekî yek grup kar bikin û çewt û hele bû xwe li vê şerê de kirin aliyek ji ber ku ew helqeyê lawazin li Suriye û diviya xwe ji şer dûr bixin li vê pêvajoyê da û li benda pêşketina pêvajoyê bikin.

Behsa ewe tê kirin Kurdên Suriye li navbera dû rêyên nasnameya neteweyî ya Kurd û nasnameya nîştîmanî ya Suriyê dane?

Serokê Herêma Kurdistanê: Pirsa serekî li wir daye, ew ji hemû mafekî hemwelatîbûnê hatibûn bêbeş kirin û nasnameya wan jî nebû, êdî çawa ew alî dibin û çawa hest bi hemwelatîbûnê dike li vî welatî da.

Gelo eve çewtiyeke siyasiye ku rêkkeftina siyasî nekirin yan jî rejîma Suriyê li wir da zîrek bû yariya xwe bike û rol li vî derbarî de bibîne û tehdîdê li wan bike?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ewê pêkhatiye nêrîneke xudiye û destkeftekî tengê hizbiye û me jî li destpêkê ve hewla ewe da Kurd li Suriye yek bixin bo ku desteyek hebê nûnerayetiya wan bike li gel rejîm, li gel opozîsyon, li gel civaka navdewletî û her biryarek ku bîdin bi hevpeymaniyê li gel rejîm yan berevajiya wê, hevpeymaniyê li gel opozîsyonê bikin em piştgiriyê li we dikin lê belê bi wê mercê ku yekgirtî bin. Ew heta demekî yekgirtî bûn lê belê paşê ji hev cûda bûn û beşek li gel rejîm bûn û beşek jî man û eve jî bandoreke gelek neyînî li ser pêvajoyê hebû û tirs li wir daye bandorê li ser paşarojê de mayîna wan hebê.

Ku vê carê hatim Hewlêr min wiha zanî li cîhekî çewtim û 5 sal berê firokxaneya kevin bû wate li vî warî de Hewlêr pêşketineke ber bi çav bi xwe ve dîtiye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Tu bi xwe li ser guhertinên başê pêvajoya Hewlêrê li dema niha û berî 5-6 salan agahdarî eve jî belgeya eweye eger derfet bi Kurd hate dayîn dikarin gelek bi şiyanê ve û bi awayeke nimûneyî û mînakî xwe birêvebibin.

Ev pêşketina aborî ber bi çave gelo pêşketina siyasî li gel daye yan jî tûşî nexweşî dest bi ser da girtina siyasî dibê wate qorxkirina desthilat û li vir da jî êrîş li ser cenabê we tê kirin li vî derbarî de?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr xwedê neke ev tişt rûbide, li rastiyê da ez bawerim bi gelê xwe û pirsa vî gelî heye û xwe bi pêşmergeyek dizanim ji bo bergirîkirinê vê gelê û bi tu awayekî dest li ser kursiya desthilat da nagirim û wekî hinek kesên din nînîm, me bawerî bi demokrasiyê heye û ne mumkîne zêdeçûna li ser vê demokrasiyetê qebul bikîn û eve jî qebul nakîn nexweşiya cîh û welatên dinê navçeyê veguhezênin Kurdistanê, belê kêmasî hene û em li warê demokrasiyetê da nû ne lê belê daxwazeke rasteqîne heye ji bo wê yekê gel bi xwe biryar li çarenûsa xwe bide û axaftina dawî jî ya gele.

Cenabê Serok we giriftekî zêde li gel gendeliyê da heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Raste wekî ku min got em hê jî li demokrasiyet û birêvebirina welat da nû ne û daxwazeke rasteqîne li vî derbarî de heye û pêkanîna kabîneya heştem bi wê sedemê paşket ku em dixwazin komdengiyekî nîştîmanî dirust bibê ji bo pêkanîna hikumetekî bingeha wê berfireh bo ku hemû aliyek hevkar bîn ji bo berengarbûna gendeliyê.

Ew hengav çine ku bi awayeke kirdarî pêwîste li vî derbarî de bêne avêtin û raportekî Amerîkî, Iraqê li pileya çaremîna gendeliya li cîhanê de daniye, ev gendelî çawa ketiye nava Herêmê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman tenê ne Herême, raporta Amerîkî, Iraqê li pileya çarem daniye û di derbarê gendeliyê de cûdahî li navbera Hewlêr û Bexda heye, lê belê heye û înkar nakîn. Em pişta xwe bi şarezayiya navdewletî dibestîn ji bo berengarbûna gendeliyê û niha jî hewlên rasteqîne li vî derbarî de ji aliyê hikumetê ve heye û li ser asta navxweyî jî hewla beşdarîpêkirina hemû aliyan li hikumetê da didin bo ku em hemû alî bi pêkve rûbirûyê gendeliyê bibîn.

Ji ber çi berhelestkarên te bi qorxkarê desthilata Serokayetî û siyasiya we li qelem didin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bi hilbijartinekî raste rast hatime ser hukim, komdengiyek li ser ewe hebû ku hilbijartina Serokê Herêmê ji parlemen ve bê weku xula yekem, li xula duyem da min ewe retkir Serokê Herêm ji Parlemen ve bê hilbijartin û li ser ewe mikur bûm ku gelê Kurdistanê bi xwe Serok hilbijêrê bi awayeke raste rast û dema maweya Serokayetiyê xelas bû min daxwaz ji Parlemenê kir vê giriftê çareser bikin û her kesek jî piştî min bê ez emanetê didime destê wî. Ez li her demek da amademe vê postê bi cîh bihêlim lê belê bi bêyî wê yekê ku valahiyek dirust bibê, her dema Parlemen û partî û aliyên siyasiyan li ser îdarekirina welat rêkkeftin ez amademe emanetê Serokayetiyê bi dest ve bidim.

Behsa ewe dikin hun bûne sedema komnebûna Parlemen û pêkneanîna hikumetê ne?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi tu awayekî eve ne raste, em wekî Partiya Demokrata Kurdistanê wekî Partiya serketî me tu aliyekî piştguh nexist û demeke zêde me bi hemû aliyek da ku ji rayedanê jî zêde bû bo ku hikumetekî nîştîmanî bingeha wê berfireh pêkbê û eger me ewe nexwestiba me dikarî hikumetekî zorîne pêkbînîn.

Gelo posta siyadî didin Tevgera Goran?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê.

Li ser hesabê YNK?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew tişt ne raste ji ber ku tu postek ne ji bo PDK ne ji bo YNK li ser wan de ne tapoye Wezaret mulkê xelke, îro yê PDK ye sibê yê Goran yan YNK yan her partiyeke din dibe.

Kengê pêşbîniya pêkanîna hikumetê bikîn?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li van rojan de çendîn rûniştin û civînên ciddî hatine kirin û bi hêviya xwedê encamên baş û yên nêzîk dibe.

Cenabê Serok îro çi bi Serok Beşar Esed dibêjin wekî şîreteke we ya di derbarê pêvajoya îro ya Suriye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez wê rêyê bi xwe nadim şîretê tu kesek bikim lê belê hêvîdarim kar ji bo dawî anîna xwînrijandinê û şer û kuştarên navxweyî ya welat bîne û derfet bi gelê Suriye bide biryarê li çarenûsa xwe bide.

Çi bi serkirdeyê Kurd yê destgîrkirî Abdullah Ocalan dibêjin ku niha li Tirkiyê destgîrkiriye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Min peyamêkî pêşkêşî wî kir û niha jî heman axaftinê dûpat dikim ku hemû nifûza xwe bikarbîne ji bo berdewambûna pêvajoya aştî li Tirkiye ku her çende li serketinê nêzîk bibê yan pêşketinê bi xwe ve bibîne wê demê derfeta derketina ji zîndanê baştir dibê û eveye jî ku hêviyê ji bo wî dixwazim.

Kar ji bo azadkirina wî dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman her tiştek ku ji destê min bê kirin, kêmasiyê nakim.

Bi eşkere, çi bi Nurî Malîkî dibêjin ji bo çareserkirina girifta di navbera Bexda û Herêmê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Vegerana bo destûr û hevbeşiya rasteqîne, û heta niha jî me tu biryarek nedaye û her dema rê ji bo vegerana hevbeşiya rasteqîne hebê bi pabendbûna bi destûr me girift nîne û li destpêka destûrê da li risteyek heye dibêje: Pabendbûna bi vê destûrê yekbûna Iraqê diparêze.

Ewe qebûl dikin destûrê vegerînin wekî xwe yan jî hun dixwazin destûr ji bo pirsa konfederalî bê guhertin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Meseleya konfederalî peywendî bi vê nakokiyê ve tûne belku bi pêvajoya Kurd û pêwîstî pêşketin û geşbûna Herêm û pêvajoya giştî ya Kurd ve heye.

Ku wate hun dixwazin bê hemwar kirin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Dibe ku lê belê li qonaxa niha de pabendî rasteqîne bi destûr û hevbeşa rasteqîne ve hebê, bêguman dikarîn ji bo qonaxekî din paş bixîn.

Bi eşkere Iraqî gelek ji destê Seddam giriyan, piştî pêvajoya îro, gelo îro ji bo Seddam digrîn?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi mixabinî diyare berev wê aliyê ve diçe û eve jî tiştekî gelek seyr û balkêşe.

Mesûd Barzanî wekî hemwelatiyek eger we beşdarî li rapirsîna serbixweyî ya Kurdistanê de kir, niha yan li paşarojeke zû yan jî dûr kijan ji wan hildibjêrî?

Serokê Herêma Kurdistanê: Diyarîkirina dem tiştekî zehmete û dikarîn xwe bi demek pabend nekîn lê belê ez ji wê yekê bawerim ku serbixweyî ya Kurdistanê birêveye.

Cenabê Serok me rapirsiyek li vî derbarî de kir %27 gotin nêzîke û %47 gotin paşarojeke dûr û %25 gotin nexêr?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dibêjim li navbera paşarojeke nêzîk û paşarojeke dûr daye.







SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 2703