Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel kanala BBC Arabic:


KRP.org | |
21/04/2014
Îro dûşem 21\04\2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel rojnamevan Gisele Khoury li bernameya El Muşahid ya televizyona BBC Arabic hevpeyvînek encam da, eve jî naveroka wê hevpeyvînê ye:

- Ji dayikbûna we li gel damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê heman demê bû, hun li Îranê ji dayikbûn û bavê we paşê berev Yekîtiya Sovyeta berê koç kir, tu jî li sala 1962 çûyî nav rêzên Pêşmerge. Bêguman eger behsa jiyana we bikîn, bernameyek têra wê nake li vir de em dixwazin behsa çend aliyekî jiyana we bikîn bi taybetî yekemîn hevdîtina we ya li gel bavê we ku wê demê temena we 12 salî bû. Gelo ku we yekemîncar bavê xwe dît, heman ew wêne bû ku berê we dîtibû? Ew hevdîtin çawa bû?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ev hevdîtin ji bo min girîngtirîn hevdîtina jiyana min bû, ez mezinbûm û ji soza bavîtiyê bêbeş bûm. Li roja 6 ê cotmeha 1958 li Firokxaneya Musenna li Bexda min dît ku dema ji Moskowa hatibû Qahîre û paşê ji wir jî hate Bexda, min li wir dît û li bîra min tê wê demê hemû Bexda li pêşwaziyê de bû. Dema ji firokxaneya dabezî yek ji hevalên bavê min ku neçûbû Rusya ji min re got eve bavê te ye.

- Ma we wêneyên wî nedîti bû?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman min wêneyên wî dîtibû belê.

- We pêşbîniya vegera wî dikir? Dema we pirsiyara wî, ji dayika xwe dikir ku gelo kengê tê, wê çi digot?

Serokê Herêma Kurdistanê: Çîrokekî gelek xweş li vir da heye, dema min pirsiyar ji dayika xwe dikir bavê min li kuye digot çûye Rusya û şîrînî bo te bîne, wê demê ku ez zarok bûm cûre şîrîniyek hebû min gelek jê hez dikir, êdî ku min dipirsî bavê min li kuye dayika min digot çûye wê şîrîniyê ji bo te ji Moskowa bîne. Dayika min û ewên din gelek min han didan ku bavê xwe neynim bîra xwe û digotin wê vegere.

- Bêguman rûdaw û çîrokên di derbarê wê şoreşa mezina Kurdî gelekin, lê belê pêwîste em behsa çend aliyekî girîng bikîn, te nedikarî xwendina xwe temam bikî û li sala 1962 çûyî nav rêza Pêşmerge. Tu kurê serkirdeyekî mezinê şoreşî, ku 12 sal bêyî bavê xwe tu jiyayî û paşê çûyî nav rêza şoreşê. Ew bîranîn çine ku li bîra te mane li wê demê da bi taybetî ku ji we re digotin terorîst?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez li 20.05.1962 çûme nav rêza şoreşê û yekemîn car jî li wê rojê da min çek hilgirt û li baregeha serekî ya bavê xwe bûm. Wê demê bavê min gelek şîretan li min ‬kir û got tu cûdahiyek li navbera te û tu Pêşmergeyekî din tûne û divê bi hemû qonaxên Pêşmergayetiyê derbas bibî û berpirsê te jî navê wî Hacib Mihemede ku berpirsê pasevanên bavê min bû û ji bo min dûpatkir ku divê bi hemû awayekî bi axaftina wî bi cîh binim û ji axaftina wî dernekevim. Ez bi hemû qonaxên Pêşmergayetiyê derbas bûm ji pasevanî û perwerde û çek hilgirtin û ez li gel wê hêzê bûm ku li gel bavê min bû û min serdana çendîn baregeh û hêza Pêşmerge kir.

- Cenabê Serok ji bo min rast bike eger ez şaş bim, raste beşek ji birayên we hatine kuştin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê raste, 37 kes ji malbat û xizmên me bi bira û pismam û xizmên din jî û 8 hezar kes jî ji eşîreta me ji destê rejîma berê hatin şehîdkirin. Eve ji bilî 182 hezar kes ji neteweya me.

- Çawa hatin destgîrkirin û kuştin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew li Iraqê bûn û tu karekî siyasî nedikirin û hatin sêdaredan û paşê ji bo me eşkere bû ku li çolên Başûrê Iraqê li navbera sînorê Iraqê û Suudiye li navçeya Er'er bi zîndî hatibûn binaxkirin.

- Bi çi tometek?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi tometa hevkarîkirina şoreşa Kurd.

- Rêkkeftina Seddam Husên û Şahê Îranê şoreşa Kurdî li barbir, hun çawa li wê pêvajoyê de li wê xiyanetê da dijiyan?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman jiyana me li wê demê de tahl bû û ewê rûda planekî (bogen) bû, Eger Amerîka nebûya ew rêkkeftin nedibû. Wê demê tu baweriyek bi Şahê Îranê nebû, dema ku Amerîka hate nav meseleyê û li sala 1972 xwest peywendiyê li gel şoreşa Kurd da bibestê, cûreyekî baweriyê hate holê û em wiha têgihiştîn ku palpiştiyekî tevahî li me dike û me jî wiha kir hemû hîleyan bixîn yek sebetê eve jî bêguman şaşî bû.

- Wate îro Mesûd Barzanî hemû baweriyek nade dewletekî diyarkirî û hêla peywendiyê li gel hemû aliyek dike?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman wiha ye, nabê hemû hêlan bixin yek sebetê û nabê bi tevahî jî pişt bi yek dewletê bibestîn eger li selameta gel û ayîndeya xwe dilniya nebîn. Divê berî hemû kesek bawerî bi gelê xwe bikîn û paşê sûd li palpiştiya dostan werbigrîn.

- Cenabê Serok, rûpeleke reş li dîroka Kurd da heye ew jî qonaxa şerê navxoye li navbera her du partiyên mezinê Kurdistanê, li wê qonaxê da ew dîmen çine li serdema wê şerê ku li hizra Mesûd Barzanî da maye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê rastdikî, qonaxekî reş bû û ez li her demek da amademe amadehiya her dadgehek bim li Kurdistanê ji bo dilniya bûna wê yekê ku me palpiştiya wê şerê nedikir û me nedixwest rû bide.

- Lê belê çawa rûda sedemên wê navdewletî bûn yan herêmî?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez naxwazim biçim nav wan naverokan, sedem gelek bûn sedemên vala û bê wate bûn. Çend nakokiyek li navbera çend grupek li navbera her du partiyan de bû sedema ji dest derketina pêvajoyê û kontrol nekirina wê ku bêguman ji aliyê me ve tu planekî ji bo wê nehatibû dariştin. Min jî bi hemû awayekî ve hewla ragirtina wê da û dema ku min ewe jî qebûl kir ku bibim Serokê Herêma Kurdistanê, bi pileya yek ji bo ewe bû ku hemû asewarên şerê navxweyî jê bibim û nehêlim û spas ji bo xweda bûye beşek ji pêşerojê û bûye pendek(dersek).

- Belê we pend(ders) wergirt lê belê hinek kesên din hê jî vê pendê wernegirtine. Cenabê Serok piştî aştbûna we, yekem hevdîtina we ya li gel Serok Celal Talebanî çawa bû? We behsa çi kir? Gelo we gileyî yê li hevdû kir?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hevdîtina me ya yekem li baregeha Wezareta Derve bû bi amadebûna Wezîrê Derveyê wê demê ya Amerîka Madeleine Albright pêkhat. Hevdîtin erênî bû û Amerîkayî jî rola wan hebû ku rêkkeftinname di navbera me de bê îmza kirin û pêvajoya niha ya Kurdistanê li encama wê rêkkeftinê bû. Em neçûne nav naverokan û me bîra wê yekê kir ku çawa ji wê pêvajoyê derkevin û me bîr li aramiya Herêma Kurdistanê kir.

- Çendîn car hun çûne Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û li sala 1992 yan 1993 hun amadeya kongreya Washingtonê bûn eve ji bilî wê yekê ku çendîn kongreyên din ku têda amadekarî ji bo ruxandina rejîma Seddam Husên hebûn. Kengê we bawer kir ku bi bê dû dilî ku rejîma Seddam bi dawî hat û biryara navdewletî bi şer li dijî Seddam derket?

Serokê Herêma Kurdistanê: Min li sala 1991 heta 2002 çendîn caran serdana Amerîka û çendîn paytextên Ewrûpî kir û piştî rûdawên 11 Eylula2001 şandekî Wezareta Derveya Amerîka hate cem me û ji wê demê ve me ji wê yekê bawer kir ku rûxana rejîm nêzîke û paşê jî bi dawetek ji aliyê Amerîka ve ez û birêz Celal Talebanî li sala 2002 çûyîn Washington û li wir sedî sed me ji wê yekê bawer kir ku planek ji bo rûxandina rejîm heye. Berî wê tu siyasetekî zelal û eşkere ji bo rûxandina rejîm nebû, em tênedigihîştîn ku ew çi dixwazin. Ewan ji me re got bi awayeke serbazî tedexula pêvajoyê nakîn û eger rejîm êrîş kir ser Kurdistanê wê demê û li wê cihê ku hun dixwazin emê bersîvê bidin û eger me jî êrîş kir ser rejîm em bi xwe ji wê pêvajoyê berpirsîn. Pêvajo wiha bû, lê belê piştî 2002 ku em çûne Washington pêvajo hatibû guhertin me têbîniya ewe kir ku Amerîka mikure li ser guherîna rejîmê.

- Gelo piştî ku hun ji Washingtonê vegeriyan, we bi dostên xwe re got, Serokên dewletan bi taybetî dewletên Erebî ku planeke bi vî awayî heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez çûme Sûriye, li Şamê jî li wir me hevdû dît, min li wir li gel Serok Beşar Esed û Cîgirê Esed yê wê demê, Ebdulhelîm Xedam runiştîn. Belê me behsa tu naverokek nekir, lê belê ji min re gotin ku niha rûxandina rejîm bûye tiştekî rast û dirûxê.

- Cenabê Serok, ew rûdaw an jî ew kombûn çi bû ku wiha kir hukma zatî(otonomî) ji bo Kurdistan bê, ew qonax çi bû ku her dû aliyan gihand wê baweriyê ku her divê hukma zatî ji bo Kurdistanê pêkbê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Dema şoreşa Kurd li 11 eylula 1961 destpêkir diruşma wê demokrasî ji bo Iraq û otonomî ji bo Kurd bû. Piştî wê 1961 çendîn peyman weku agirbes li navbera her dû aliyan hate îmza kirin bi taybetî piştî kudetaya(darbe) Be'es ya li sala 1963 li sala 1964 li gel hikumeta Ebdulselam Arif û li sala 1966 li gel hikumeta Ebdulrehman Arif ku Serokê Hikumeta wê demê Ebdulrehman Bezaz bû. Lê belê tu amadekariyek ji aliyê hikumeta Bexda ve nebû ji bo ragirtina şer. Belku tenê agirbesekî sade bû û paşê jî şer dest‬pêkir. Berî peymana 11 ê adara 1970 wê şanda hikumiya hate Kurdistanê li roja dawiya sala 1969 bû û serê sala xwe li cem me kirin. Li wê hevdîtinê de behsa çawayiya gihîştina me ya birêkkeftinê kir. Paşê şanda duyem bi Serokayetiya Seddam Husên bû ku Cîgirê Serokê Meclîsa Qiyadeya Sewre(Encûmena Hêza Şoreşê) bû. Li wê hevdîtinê de me behsa gelek tiştên ciddî kir heta gihîşt şeva 10.11. adara 1970.

- Ji ber çi wê mafê dane we? Gelo rûdawekî diyarkirî li vî derbarî de hebû?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê, dema li 17 temmuza 1968 Be'es kudetaya xwe ya duyem encam da, hemû peymanên berê jêbirin û li dawiya 1968 navçeyekî zêdeyê Kurdistanê bi hemû çek û şiyanên serbazî ve bombebaran kir bi yarmetiya wan hemû bi kirê girtiyên li gel wan da bûn bi Kurd û Ereb ve. Heta dawiya 1969 artêşa Iraqê tûşî nîv rûxanekî tevahî bû û tu serkeftinekî tomar nekir. Belku bi berevajî ve tûşî şikesteke gelek mezin bûn û ji tirsa rûxana rejîm hatin cem Kurd û li gel me rêkkeftin. Lê belê birastî peymaneke gelek mezin bû û pêwîstî bi curet hebû‮..

- Li gel Seddam Husên muameme li gel we kir û hevdîtina we li gel wî da hebû û hinek car jî hevdû nêzîkbûn jî hebû. Ji bilî wan tiştên ku li dijî Kurd encam da, we kesayetiya Seddam çawa dît?

Serokê Herêma Kurdistanê: Min li sala 1970 li Gelale dema ku hatibû cem bavê min, min wî dît û li bîra min tê meha yek bû, ew kesekî sade bû. Kesekî vekirî bû û helwesta wî jî ji hevkarên wî yên din gelek vekirîtir û erênîtir bû. Ewî peymanê li şûna hikumeta Iraqê îmza kir û cara dawî jî her helwestekî erênî nîşanda. Lê belê ez bawerim ew îzdîwaciyetî li kesayetiya xwe bi xwe da hebû. Li wan hemû hevdîtinên ku min li gel wî da encam da min hest kir kesekî sadeye û tenê piştî sala 1991 ve jî piştî raperînê ku qonaxekî dinê danustandinê destpêkir min heman reftar li gel da hebû. Lê belê ew kesek bû bi dû kesayetiyê ve.

- Tu demekî li beramberî we tu şaşiyeke nekir? Tu axaftineke nehêja nekir?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr, li gel min tu reftarekî bi vî cûreyî nekir.

- Piştî destgîrkirinê we wî nedît?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr min wî nedît.

- Piştî rûdawa Helebçe, Mesûd Barzanî li ku bû? we wê rûdawê çawa dît?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman tûşî şok bûm, dema nûçeya wê gihîşt min ku bi hezaran şehîd bi çekên jehrawî hatine kuştin û xeniqandin ku zêdetirê wan jin û zarok bûn tûşî şok bûm. Hesta min ya li wê demê de bi tu awayekî nayê wesif kirin.

- Tu çuyî cihê rûdawê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr, ez dûr bûm, gelek dûr bûm ji navçeyê zêdetirê 500 kîlometir û bi otombêl û bi piyade jî nedigihiştim.

- Tu biryarek li dilê we da hebû ku êdî muamele li gel vê rejîmê da nekin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Tu demekî dijî danustandinê nebûm li gel her rejîmek, lê belê tu baweriyeke min bi wê nebû ku nîyeta wê rejîmê bi rêkkeftinê heye bi taybetî piştî rûdawên Helebçe û Enfal û kuştina bi koma Barzanî û Feyliyan. Lê belê ez çûme Bexda û min danustandin li gel Seddam kir û eve jî tirsnaktirîn biryar bû ku min li jiyana xwe da dabe.

- Ji kerema xwe behsa wê dîmenê ji bo min bike Cenabê Serok?

Serokê Herêma Kurdistanê: Dema li sala 1991 gelê Kurd bi yekgirtiya hemû hizb û aliyan ve raperînê encamda li bin serkirdayetiya bereya Kurdistanî, me li 7 rojan de karî ewê ku li 70 salan de nehatibû kirin bikîn û encam bidîn. Navçe bi tevahî hate paqijkirin û piştî wê peymanek li navbera Wezîrê Bergiriyê Iraqê û serkirdeyê artêşa Amerîka ya wê demê General Şiwarskof li Xêwetî Sefwan li Besra me encamda rê bi tank û firokeyên Iraqî dan bi azadî hatin û çûna xwe bikin. Ji bo wê yekê êrîş kirin ser Herêma Kurdistanê û wê demê jî me ew şiyan nebû berengar bibîn û pêvajoya navdewletî jî ji bo me run nebû. Li şerê dawî de artêşa Iraqê tûşî şikesteke mezin bû û ewan daxwaz kirin danustandinê encam bidîn. Yekemîn şand bi Serokayetiya Serok Celal Talebanî çû Bexda û dema vegeriyan, gelek daxwaz ji min kirin ku biçim Bexda û ji bo bi hêztirkirina peymanê li gel Seddam rûnim. Ji bo min ew tişt gelek zehmet bû, lê belê min hizra ewe kir eger neçim wê min bi wê yekê tawanbar bikin ku min derfetekî gelek mezin ji destê gelê Kurd da, yan jî min li nêrîneke taybetî û takekesî û malbatî da wê biryarê dabê li demek da hemû qurbanî bira û xuşk û xizmê minin. Min bîra ewe jî kir ku eger neçim wê ji min re bibêjin tu tirsnokî. Lê belê min wê mercê danî ku eger biçim divê muxewel bim ji wê yekê ku rêkkeftinê encam bidim eger îmkana rêkkeftinê hebû. Wê demê min li Bexda ji wê yekê bawer nekir ku ez li wirim û xewa min nedihat. Li cem min ne maqûl bû li gel hinek kesan rûniştime wan hemû tawanan li dijî gelê me encamdane. Me dû hevdîtin li gel Seddam Husên da hebû, ya yekemîn li gel şandekî ku li gel min da bû duyem jî hevdîtineke dû qolî bû bi daxwaza Seddam bi xwe. Dema me hevdû dît Seddam ji min re got: Hatina te ji bo Bexda rûdawekî gelek girînge û hengaveke tu demek ji bîr nakim û divê bigihîn çareseriyê û ez nêrîna we dixwazim. Min jî jê re got: Cenabê Serok, rola we ya li 11 adar de ji bîr nakîn lê belê ez û tû û em hemû jî baş dizanîn piştî 11 ê adar çi rûda. Min li ser deryayekî xwîn melevanî kir û min baz da heta gihîştim Bexda ji bo berjewendiya vî welatî û vekirina rûpelekî din. Eger niyetekî rastîn hebû ji bo gihîştina bi biryar û çareseriya rasteqîne û eger na, bêguman ewê ji destê me daye ji wê azîztir nîne û pêwîst nake, lê belê ji hemuyan girîngtir eweye ewên bê serûşûn kirî çi li ser wan hat? Ewî piştî wê axaftina min nekarî temaşa dem û çavê min bike û ji bo demekî bê deng bû û ji min re got: Hinek tişt rûdan xwezî rû nedabuna, eger rêkkeftîn ewê maye derdikeve û eger nemane bi hevkariya her dû aliyan çareseriya asewaran dikin. Min li wê kêliyê de zanî tu kesek ji wan li jiyanê da nemane. Li dema danustandinan de min zanî hê jî eqliyeta wan neguheriye û danustandin bi dawî bû.

- Dema Seddam Husên şerê li dijî Îranê kir, Seddam Husên li wê pêvajoyê de Mesûd Barzanî bi wê yekê tometbar kir ku li dijî Iraq û li berjewendiya Îranê daye?
‮ ‬
Serokê Herêma Kurdistanê: Em berî wê şerê li şerdabûn li gel rejîm û tenê berî şoreşa Îslamî Îran jî li Kurdistanê şer‮ ‬hebû û me ji hikumetê re got ku em amadene şer‮ ‬rabigrîn lê belê ewan ‬red kir. Piştî rawestana şerê di navbera Iraq û Îran jî şerê me li gel rejîmê berdewam bû.

- Dixwazim hun behsa rûxana rejîma Seddam ji bo me bikin. Raste hêzên hevpeymanan li Herêma Kurdistanê rawestan, we tu peymanek li gel wan da hebû?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hêzên hevpeymanan nehatine Herêma Kurdistanê, belê li ser wê tiştê em rêkkeftîn ji ber ku li Herêma Kurdistanê me pêwîstî bi hêzên hevpeymanan nebû‮.‬

- Gelo agahdarî ewe bûn ku wê demê da rejîma Seddam wiha diruxê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Em agahdarî hemû tevgerên wê şerê bûn û hemû naveroka wê jî.

- Çawa ew rûxane rûda? Dema ez ji mala xwe derketim heta gihîştim nivîsîngeha karê xwe min zanî ku Seddam rûxa?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê eve rûxanekî mezin bû, tu hevşanî û wekheviyek li vê şerê da tûnebû, hemû hêzên serbaziyên Iraqê têkşikabûn û ez ne li gel wê rayê da me ku rêkkeftin û sefqeyek li vî derbarî de hebûbê, hemû hêzên serbaziyên Iraqê tûşî şikesteke mezin bûn bi taybetî li çar dewrê Bexda û li Firokxaneya Bexda.

- Hemû xelk behsa şerê Firokxaneya Bexda dike, li vê şerê de çi rûda?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li vê şerê da 3-4 firqeyê artêşa Iraqê tûşî bordumanekî gelek mezin bûn ku tu demekî rû nedabû, ew yekîne û firqe bi hemû çek û amadekariyan ve têkşikan.

- Pirsiyara mina dawî Cenabê Serok, çi kombûnekî girîng we û Amerîkayiyan komkir piştî ku hatin nav Bexda û biryara ewe dan Iraq wekî niha bi cîh bihêlin piştî wê nekarîn dewletekî aram deynin bi taybetî piştî planên Bremer?

Serokê Herêma Kurdistanê: Piştî hevdîtina me ya yekem ya li gel Bremer min hest kir hevdîtineke ecêb û xerîb û namo me komkiriye, hevdîtin li gulana 2003 bû piştî derketina biryara Encûmena Asayîş ya hejmar 1483 ku hêzên Amerîka wekî hêzên dagîrker nasand û ez bawerim eve biryarekî gelek şaş bû, biryara azadkirina Iraq û rûxandina rejîm biryarekî rast û dirust bû û li berjewendiya gelê Iraqê da bû lê belê guherîna erkê artêşa Amerîka ji artêşeke rizgarker bo artêşeke dagîrker eve şaşiyeke mezin bû û şaşiyên din jî piştî wê hatin. Li hevdîtina min a li gel Bremer min hest bi azarekî zêde kir. Ewî digot ez xwediyê biryarim û şer'iyet li cem mine û ez nûnerayetiya biryara Encumena Asayîş dikim û ez biryarderim û raste peyva dagîrker peyveke neşîrîne, lê belê divê li gel da bijîn. Bremer kesekî zilzan bi xwe bû, piştî wê hevdîtinê min Bexda bi cîh hişt û vegeriyam Hewlêrê heta ew dema ku hat û daxwaz ji min kir ku vegerim Bexda.

Ji bo temaşekirina video ya vê hevpeyvînê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...







SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 2477