Hevpeyvîna Serok Barzanî li gel kovara Le JDD ya Fransî


KRP.org | |
21/11/2015
Kovara heftaneya Fransayî Le JDD li vê heftiyê da li gel Serok Barzanî hevpeyvîneke taybet saz kiriye û têda ragihandiye, pêwîste li rûyê çendî û çawayiyê ve Pêşmerge zêdetir bê pirçek kirin ji ber ku pirçek kirina wî wekî pêwîste.

Le JDD: Êrîşên 13.11.2015 li Parîsê, gelo sirûşta stratejiyeta we ya li şerê Da'îşê diguherîne?

Serokê Herêma Kurdistanê: Êrîşên terorîstiyên 13.11.2015 wekî zengekî agahdarkirin û sinyalek bûn ji bo hemû cîhanê. Armanca terorîstan çavbirîne li ser darûxandina jiyana hemwelatiyan û azadî û bihayên mirovayetiyê, bi bêyî tu dû diliyek şerê terorîzm pêwîstî bi çaksaziyekî bingehîn li stratejiya me da, heye ji ber ku ew metirsî bûne metirsiyekî berdewam û tevger li hemû cîhekî de jî hene, tehdîd û hereşe li ser me hemûyane, eve li ber eweye ku şerê terorîstan li çarçêya erkê me ‬hemûyan da dimîne. Pêwîste welatên cûda cûda hemahengî û hevkariyê li navbera hevdû da bikin û şerê diyarkiriya serbazî û îdeolojî û darayî de bikin.

Le JDD: Çend rojek berî êrîşên li ser Parîsê, Pêşmergeyên we bajarê Şingalê ji destê Da'îşê azad kirin. Eve ji bo çi ewqas girînge?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li gor girîngî û bala xelkê Kurdistanê û bi taybetî jî Êzdiyan, azadkirina Şingalê serkeftinekî dîrokî bû. Niha jî karê me yê pêşî dirustkirin û avadankirina bajar vegerandina Êzdiyan li ser mal û axa xwe ye. Azadkirina Şingalê gurzekî mezin bû bi Da'îşê ket li rûyê serbazî û aborî û stratejiyê ve, navçeyekî mezin û berfireh me vegeriya û sedan endamên Daîş jî hatin kuştin. Rêya serekiya di navbera Reqqe û Mûsil jî niha li bin kontrola hêzên Pêşmergeda ye. Bi eşkereyî ew serkeftina Pêşmerge bi girîngî tê dîtin û hengaveke jî berev azadkirina Mûsilê.

Le JDD: Mebesta we wergirtina Şingal dikare bibe mînakek ji bo bezandin û şikandina Da'îş li Mûsil û Reqqe yê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hemû operasyonên serbazî yên li dijî Da'îş stratejiyeke nû dirust dikin. Ew rêyên ku ji bo azadkirina Şingalê bi kar hatin, li rûyê taktîk û şerkirinê ve sudmend dibin û sûd û mifa ji wan tê wergirtin.

Le JDD: Gelo ewe raste ku ev şerên ku li çend hefte û mehan de rû didin, ji ber guhertina rewşa hewayê dê girantir bibin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Zivistan û keş û hewaya xerap bergirî û her wiha qonaxa çûna pêş ve girantir dike. Eve tê zanîn ku terorîst ji wê hewaya xerap sûd werdigrin û destpêşxeriyê dikin. Ji bo wê yekê divê ji bo rûbirûbûna wan zêdetir amade bibîn.

Le JDD: Welatên Rojava bi Fransa ve jî, bi dirêjahiya wê şerê û li gel we da şerê Da'îşê dikin. Li ‬rûyê pêdiviyan û piştgîriya hewayî ve hûn dixwazin zêdetir beşdar bibin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ji bo piştgîriyên wan spas ji bo welatên Rojava, bi awayeke taybetî jî Fransa, ji ber ku piştgîriyên asmanî ewe derxistiye ku ji bo serkeftinên Pêşmerge gelek bi bandor bûn. Her çende li gor wê rastiya ku li warê zemînî ve çekdarkirina Pêşmerge gelek kême û ne li gor pêdiviyê ye. Ji bo wê yekê eget em bixwazin ev şer bi dawî bibe, ez wiha dibînim ku pêwîste Pêşmerge baştir bê çekdar kirin.

Le JDD: Hinek serkirde wiha bawerin ku hêz û şiyana Kurdan baştirîn ezmûna xwe li ser zevî ji bo lêdana Da'îşê li Iraqê yan li Sûriyê heye. Hineke din jî wiha bawerin ku hun tu demekî ji ax û navçeyên xwe zêdetir naçin. Gelo kijan raste? Gelo serbazên we ji bo wergirtina Reqqe dikarin şer bikin, li derveyê navçeyên we li Sûriye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li gel wan hemû qurbaniyên ku Pêşmerge dane serkeftineke ber bi çav bi dest ve aniye. Destpêka karê me ji niha de şerê Da'îşe. Heta em wê rêxistinê li Iraq û Sûriyê de nekujin û ji nav nebîn hereşeyên terorîzm li navçeyê û li cîhanê da jî her dimîne. Li bin hevpeymaniyeke bi hêz ya navdewletî da ku Pêşmerge jî beşek ji wan hêzên ku Reqqeyê rizgar pêkbîne bikin wê demê dikarin.

Le JDD: Serok Holland li vê heftiyê da ji bo yekxistina hevpeymaniya li dijî Da'îş serdana Washington û Moskowayê dike ku tenha dijminê hevbeşe. Eve wê yekê digihîne ku şerê dîplomasiyê ji bo rakirina Beşar Esed ya pêşîneya karan de namîne. Gelo hun jî li gel wê ramanê da razîne yan na?

Serokê Herêma Kurdistanê: Wiha diyar dibe ku pêşîneya bilinda karên civaka navdewletî ewe ku pêwîste Da'îş ji nav bibe. Lê belê her wiha ji bo Sûriye jî pêwîste kar bê kirin heman rol û armanca xwe hebê. Paşaroja Sûriye pêwîstî bi çareya siyasiya rasteqîne heye ku hemû pêkhatên cûda cûda yê nîştimanî, netewe û olan li xwe bigre. Em pêwîste ji nifşên paşî ya van civakan dilniya bikîn, Kurd, Sunne, Elewî, Mesîhî û Diruz û ewên din jî.

Le JDD: Behsa helwesta Tirkiye ya li dijî Da'îş tê kirin û wiha baş tê dîtin ku Tirkiye ji bo piştevaniya opozîsyona Sûriye şerê Da'îş û Esed bike. Di derbarê wê projeyê de diyare ku dixwazin navçeyeke aram li axa Sûriyê de û li ser sînorê Tirkiyê de ji bo parastina hemwelatiyên Sûriyeyê li holê daye.

Serokê Herêma Kurdistanê: Di destpêka şerê dijî Da'îş, têbîniyên me li ser helwest û pêgeha Tirkiyê hebû. Lê belê paşê rê dan ku Pêşmerge li nav axa Tirkiyê de derbas bibe û xwe bigihîne Kobanê. Em li wê baweriyê dane ku niha ew hatina nava hevpeymaniyê bi cîddî wiha dike şer li dijî Da'îşê bikin. Eve jî bi bê encam nabê, bi giştî li wê baweriyê dayîn ku hemû welat pêwîste hêzên xwe ji bo vê hereşeya rasteqîneya terorîzm hebê. Di derbarê şerkirina Kurd û Tirkiye jî li dijî Esed, eve dibê sedema danîn û dirustkirina navçeyekî emnî. Li vê baweriyêdayîn ku xelkê Sûriye bi hemû pêkhatên xwe ve pêwîste ji bo xwe li ser paşaroja xwe‬ biryarê bidin.

Çavkanî: http://www.lejdd.fr/International/Moyen-Orient/Le-president-du-Kurdistan-irakien-Nous-voulons-davantage-d-armes-760851?#_=_





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 1904