Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel Ajansa Reuters:


KRP.org | |
15/05/2014
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dibêje Iraq ji aliyê Nurî Malîkî Serok Wezîr ve berev dîktatoriyetê ve hatiye birin û balê dikşîne li ser wê yekê ku sedema beşdarî nekirina li Hikûmeta nû ya federalî li ber Kurdan vekiriye.

Hilbijartinên Iraqê li 30ê nîsanê birêveçûn. Encam hê mane rabigihînin lê belê piştevaniya Kurd gelek girînge ji bo daxwaza xula sêyema Malîkî. Rikeberên Serok Wezîrên niha li her dû mezhebên şî'e û sunne bi hêvîne ku Barzanî û Kurd yarmetiya wan bidin li rêgirtina ji hewlên Malîkî ya wergirtina Serok Wezîr ya ji bo çar salên din.

Serokê Herêma Kurdistanê got: Her dema encamên hilbijartinê bi awayeke fermî hate ragihandin Partiyên Kurdan komdibin, ku biryare li çend rojên pêş de bê, heta weku biryar bidin li ser çawayiya çune pêş ya danûstandinê li ser pêkanîna Hikûmeta nû.

Renge danûstandin çendîn mehan bidomin û Barzanî jî ret kir naverokên li ser helwesta Kurd bide lê belê got ku wiha nayê kirin pêvajoya siyasiya niha ya Iraqê bi vî awayî berdewam bê û eger hêviya guhertinê hebê ji vekişana yekcarî beşdariya Kurd li Hikûmet yek ji bijardeyan jî pêkhatî dibê.

Barzanî li hevpeyvîneke li gel Reuters ku roja dûşemê sazkiriye got: "Hemû bijarde li ser mêzene. Dema biryara dawî ye. Em deh salên din jî çaverê nakîn û heman ezmûnê dûbare nakîn. Eger proseyê hilpeserênîn, wê demê hemû tiştekî hildipesêrîn (Parlemen û Hikûmet)."

Li egera wiha da ewe Kurd yekemcare karekî wiha bide ku piştî şerê 2003 ve beşdariya Hikûmeta navendî bûn û eve jî dibê barekî din li ser sîstema lawaza federaliya Iraqê.

Piştî şerê hilbijartinên 2010 ê Iraqê Kurd piştgîriya Malîkî kir ji bo xula duyem eve jî piştî rêkkeftinan li ser dabeşkirina desthilat û çareserkirina rewşa wan navçeyan li navbera Kurd û Ereb kêşe li sere.

Kurd dibêje ew soz hatine binpêkirin û rêkkeftin her zû piştî pêkanîna Hikûmetê piştguh xistiye. Her zû piştî wê peywendiya di navbera her dû aliyan berev xerapiyê çû û niha her dû alî bê baweriyeke kûr dane.

Barzanî ret kir biçê nav naveroka plana Kurd ya garantî kirina bi destanîna daxwaziyên wan, lê belê behsa ewe kir ku ew garantiya ji ser kaxizê zêdetir dixwaze.

Barzanî dan bi wê yekê jî da ku Malîkî ne take çavkaniya kêşeyên Iraqê ye, lê belê balê dikşîne li ser wê yekê ku cara dawî wekî Serok Wezîr û serkirdeyên hêzên çekdarên wê bersiyariyê dikevê stuyê wî.

Barzanî di derbarê hukimraniya Iraqê ji aliyên Malîkî ve li çar salên derbasbûyî got: "Şeraket nebû û dîktatoriyet bû. Ew kesê yekem berpirsiyare ji wê. Ew dikarê rê lê bigrê ku nehêlê prose bi wê aliyê da biçe. Desthilatdarên Bexda dikarin hemû tiştek kontrol bikin. Eve ji aliyê me ve nayê qebul kirin. Em dixwazin şerîk bîn û neku paşko û pêvek."

Barzanî tekez kir ku kêşeya wan li gel Malîkî, ku serdemek li gel Kurd li dijî dîktator Seddam Husên pêkve şer kirine, ne "şexsî" ye û ku ji wê guhertinê ve ew bûye Serok Wezîr. Ewî got: "Ew Malîkî yê me nas dikir berî bibe desthilat cûda bû ji wî Malîkî yê ku niha li ser desthilate."

Serbixweya aborî

Kurd berev serbixweyî ya aborî hengavan davêje û sala derbasbûyî boriyekî neft ya Tirkiyê temam kir ku êdî dikarin bi wê sedemê pişta xwe bi wê bibestin. Eve jî Bexdayê zêdetir aciz kir, ku wekî tolhildanê budçeya Kurdistanê birî.

Barzanî got: "Ewên budçeya Kurdistanê dibirin baca wê didin. Eger bi birîna budçe û îbtîzaz kirina me wiha bawer bin ku Kurd destberdarê daxwazên xwe yên şer'î dibin, ew şaşin."

Kurd dibêje destûr rê daye me ku neft bişînîn derve û heta niha 2 milyon bermîl neft bi boriyên nefta nû çûye kogeh û depoyên li benderêkî Tirkiye. Bexda êrîşî encamên giran kiriye eger şandina berdewam bê bi bê rizamendiya Hikûmeta Federal, lê belê Barzanî dibêje êdî vegeran tûneye. Ewî got: "Me biryara siyasî daye ku emê neftê serbixweyiyane difroşîn. Em berdewam dibîn li berhemanîna neftê, li derxistin û firoştina wê de. Eger hilbikêşin wê demê em jî hildikêşîn.

Barzanî zelal kir ku renge Kurd referandumê saz bike li ser serbixweyî yê eger Bexda gelek fişar givaşê bixe ser. Wê demê got: "Eger naxwazin em li gel wan bîn, pêwîste ji me re bibêjin û em jî rêyekî din hildibjêrîn. Em referandumek encam didin û pirsiyar ji gelê xwe dikin. Êdî her çi be ew biryarê bidin."

Renge Malîkî bixwaze cûdahî û nakokiyên di navbera Kurdan bikole ji bo lawazkirina pêgeha danûstandina wan ya li Bexda, bi rakêşana Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, ku hewl daye xwe bîne pêş û paşê jî paşvekêşiya siyasî bi xwe ve dît.

Hinek berpirsên Kurd nîgeranin ji wê yekê ku yekîtiya rêzên wan bê şikandin û biçê aliyê Malîkî bo ku li navxweya Herêma Kurdistanê sengê zêdetir bi dest bîne.

Lê belê Malîkî jî rûbiruyê kêşeyên mezin bûye li parêzgeha Enbarê sunnenişîn, ku ji serê salê ve dema çekdarên eşîran û çekdarên îslamî dest li ser çend bajarokan da girt artêşa wî ceng têda hilgirsand.

Rexnegirên Malîkî, li navbera wan de Barzanî, tometbar dikin bi wê yekê ku êrîşa li dijî sunneyên Iraqê bûye encamdaye heta piştevaniya li nav şî'eyan da zêde bike li demek de asayîşa welat berev xerapiyê diçê ku ziyanê bi nav û dengê wî gihandiye.

Barzanî got: "Hilgîrsandina şer ya destkefta siyasî karesate. Ez bawerim pêvajoya Enbar bi vî awayî bû. Renge li destpêkê de çîrokekî cûda bûbê."

Di derbarê wê yekê ku gelo ew nîgerane ku êrîşên Enbar dibê destpêkek ji bo muamelekirina li gel kêşeya heman awayî li beşên dinê welat, Barzanî got: "Li her welatek, eger ew stratîjî hate peyrewkirin, wê demê bi wateya dawiya wî welatî tê. Eve dawiya Iraqê dibê û eve jî meseleyekî gelek metirsîdare."





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 2535